Devera Sîdekanê dîsa hate bordiman kirin

agir bi daristan û rezên deverê ketiye
کوردستان TV
100%

Duhê bi şev balefirên Tirkiyeyê çend navçeyên ser bi devera Sîdekanê bordiman kirin.

Di vê derbarê de birêveberê nahiyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî ragihand ku seat 12ê şeva derbazbûyî balefirên şer yên Tirkiyeyê çend navçeyên ser bi Sîdekan û deşta Hêrtê bordiman kirine.

Çelebî eşkere kir ku bordiman her çend nêzî gundan bûye lê ti zirarên canî li pey nebûye tenê agir bi bax û daristanên wan deveran ketiye.

Nav hatî eşkere kiriye ku her duhê bi şev çend deverên din yên li Xakûrkê jî hatine bordimankirin.

Weke tê zanî duhê bi şev balefirên Tirkiyeyê çiyayên Şingal, Qereçox û kempa Mexmûrê jî bordiman kirine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.