Wezîrê derve yê Îranê serdana Tirkiyeyê dike

li gel şanda Rûsî jî dicive
کوردستان TV
100%

Biryare îro yekşem wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Tirkiyeyê bike.

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Tirkiyeyê vê îro yekşem wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf serdana Tirkiyeyê bike û li gel rayedarên vê welatî bicive.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku vê Zerîf li gel rayedarên Tirkiyeyê behsa têkiliyên navbera Tirkiye û Îranê, rewşa deverê bi taybetî Sûriye û çend mijarên din bike.

Herwiha tê payîn ku Zerîf li gel wezîrên derve û berevanî yên Rûsî yên ku îro serdana Enqereyê dikin bicive.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.