Rûsya dîsa Îdlib bordiman kir

vê îro şandeke Rûsî jî serdana Tirkiyeyê bike
کوردستان TV
100%

Alozî û pevçûnên leşkerî li Idlibê didomin û biryare îro şandeke Rûsî jî serdana Tirkiyeyê bike.

Hate zanîn ku balefirên şer yên Rûsî şeva derbazbûyî devera Cebel Zawiye ya li Başûrê Îdlibê bi tundî bordiman kirine.

Ev bordimana han piştî vê yekê pêk hatiye ku çekdarên opozîsyona Sûriyeyê ku Tirkiye piştîvaniya wan dike, êrîşî ser hêzên Rûsî û Sûrî kiribûn.

Ji aliyeke din ve biryare îro şandeke Rûsî yaku ji wezîrê derve û wezîrê berevanî ya Rûsyeyê pêk hatiye serdana Enqereyê bike û li gel rayedarên Tirkiyeyê li ser rewşa Îdlib û Lîbyayê giftûgo bikin.

N: E. G

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.