Hizbulaha Îraqê dîsa gef li hêzên Amerîkî kir

dibêje lazime hikûmet biryara parlementoyê cîhbicîh bike
کوردستان TV
100%

Çekdarên hizbulaha Îraqê ku ji aliyê Îranê ve bi awayekî raste rast têne piştgîrîkirin, îro yekşem dîsa gef li hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Îraqê de kirine.

Çekdarên hizbulahê eşkere kirine ku eger Amerîka hêzên xwe yên li Îraqê venekêşe vê demê vê bibin armanca êrîşên hizbulahê.

Çekdarên hizbulah di daxuyaniya xwe de eşkere kirine ku parlementoya Îraqê biryar li ser derxistina hêzên biyanî bi taybetî Amerîkî li Îraqê daye niha lazime hikûmeta Îraqê ev biryara han cîhbicîh bike û eger Amerîka hêzên xwe yên leşkerî li Îraqê nevekêşe vê demê emê êrîşî ser wan hêzan bikin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.