HRE: 5 cîhadiyên din hatin kuştin

prosesa guhertina demografiya Efrînê didome
کوردستان TV
100%

Êrîşên hêzên rizgariya Efrînê yên li dijî cîhadiyan didomin.

Hêzên rizgariya Efrînê êrîşên xwe yên bo ser cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê yên ku Efrîn dagîr kirine didomin.

Di vê derbarê de ajnasa anhayê belav kir ku êrîşên hêzên ser bi HRE yên li dijî cîhadiyên Tirkiyeyê ku Efrîn dagîr kirine didomin û di çarçoveya wan êrîşan de ji destpêka Hezîranê ve heta niha bi giştî 5 cîhadî hatine kuştin û 4 cîhadiyên din jî birîndar bûne.

Weke tê zanîn piştî dagîr kirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û Cîhadiyan ve, prosesa guhertina demografiya vê bajarê Kurdistanî destpê kiriye û hîn jî didome û di vê çarçoveyê de zimanê Kurdî li vê bajarê hatiye qedexekirin, welatiyên Kurd bi zorê ji malên xwe tên derxistin û cîhadî li malên wan têne bicîhkirin û herwiha welatiyên Kurd jî bi awayekî rojane têne revandin û bo azad kirina wan daxwaza pereyan tê kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.