Astengiyên berdem hatûçû kirinê nemane.
Balyozxaneya Îraqê ya li Enqereyê belav kiriye ku îro şemî 13ê Hezîranê rêyên asmanî û bejayî yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de hatin vekirin û welatî dikarin hatûçû bikin.
Li gor daxuyaniya balyozxaneya Îraqê, rêyên hatûçûyê yên asmanî û bejayî di navbera Tirkiye û Îraqê de hatin vekirin û welatiyên her du aliyan dikarin bêyî ti astengî hatûçû bikin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku hem li Îraq û him jî li Tirkiyeyê cerbandinên nûjdariyê bo wan kesan ku hatûçû dikin têne kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin