Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gerînendetiya yekemîn civîna komîteya taybet ya bo pere pêdana kerta çandiniyê ya herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr û hijmarek ji wezîr û aliyên têkildar tê de beşdar bûn, giftûgo derbarê pere pêdana kerta çandiniyê, pilan û projeyên hikûmetê yên bo warê geşe pêdana çandiniyê hate kirin.
Wezîra çandiniyê û çavkaniyên avê Bêgerd Talebanî raporteke hûr û kûr derbarê pilan û steratejiya wezaretê ya bo geşe pêdana çandiniyê bi taybetî projeya dîtina bazar bo genima Kurdistanê bi hevkariya kerta taybet û çareserkirina zêdegaviyan li ser erdên çandiniyê pêşkêş kir.
Di berdewamiya civînê de Serokwezîrê Kurdistanê jî behsa giringiya kerta çandiyên li herêma Kurdistanê kir û ragihand ku dibe ev kerta han bibe şûngirê kertên din û mirof dikare bi baştirîn awayî fêde ji bistîne, weke çavkaniyeke girîng ya dahatê bi rêya parastina berhemên navxweyî û piştîvanî kirina Cotkarên herêma Kurdistanê û afirandina bazarên goncaw di nava herêmê û derveya herêma Kurdistanê bo berhemên wan.
Komîteya bilind ya geşe pêdana kerta çandiniyê roja 19ê meha Gulana 2020an hatiye damezrandin û Serokwezîr, Serokê vê komîteyê ye û her yek ji Cîgirê Serokwezîr, wezîrên darayî, abûrî, çandinî û çavkaniyên avê, bazirganî û pêşesazî, pilandanan, Serokê dîwana civata wezîran û komîteya hêlbirînê jî endamên vê komîteyê ne.
N: E.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin