Birêveberê giştî yê tendirostiya Çemçemalê Dr. Ferhad Mihemed Mistefa îro sêşem ragihand ku piştî ku hijmareke cerbandinên nûjdarî yên bo diyar kirina Koronayê li Çemçemalê hatin kirin, derket ku encama 10 ji wan cerbandinan pozîtîfe.
Mihemed Mistefa eşkere kir ku 10 şêniyên Çemçemalê bi Koronayê ketine û niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Li gor gotinên Mistefa 7 ji wan berketiyan, berketiyên nexweşên berê yên Koronayê ne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin