Serok Barzanî di salvegera bordiman kirina Ordugeha (kempa Zêwe) ji aliyê balefirên şer yên rejîma dîktator ya Besê ve, peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Bi navê xwedê mezin û mihriban
Îro 35 sal bi ser bordiman kirina kempa Zêwe re derbaz dibe, roja 9ê Hezîrana sala 1985 de rejîma bes ya Îraqê bi 8 balefirên sîxo kempa penaberan ya Zêweyê bi awayekî hovane bordiman kir û di encam de hijmareke zêde jin û zarokên bêtawan hatin şehîdkirin.
Karesata Zêwe yek ji rûpelên reş ya dîroka dewleta Îraqê ye ku ti carî nayê jibîrkiirn, rejîma besê bi enfal, girtin û aware kirina xelkê Kurdistanê ranewesta, hevdem tawana dijî însanî ya Zêwê jî kir, her kes ku hawara birîndaran û laşên parçe parçe bûyî û şewitî yên şehîdên zêwê dîtiba vê demê gelek bi başî ji zalimbûna rejîma vê demê ya Îraqê û mezlûmbûna gelê Kurdistanê fêm dikir.
Di heman demê de berxwedan û qehremaniya penaberan li Zêwê û dayka Amîne û sedan mînakên dên yên gelê Kurd, peyamên gelek eşkere bûn bo tevahiya aliyan, ku dijmin çend xedar, pirçek û dilreq be jî nikare rê li berdem îradeya azadîxwaz ya gelê Kurd bigire û bi serşûrî û têkçûyî dimîne.
Di vê bîranîna han de silav bo rihê paqêj yên şehîdên serfiraz yên Zêwe û tevahiya şehîdên rêya azadî û canfedayî û jêhatî bûna gelê Kurdistanê dinirin.
Serok Barzanî
9 hezîrana 2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin