WHO bang li dewletan dike ku tedbîrên dijî Korona sist nekin

heta niha zêdetir ji 400 hezar kesan canê xwe ji dest daye
کوردستان TV
100%

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bang li dewletên cîhanê kir ku tedbîrên dijî vîrusa korona sist nekin.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus di preskonferanseke online de ser rewşa dawî ya vîrusa korona axifî.

Ghebreyesus diyar kir ku di ser belavbûna şewba korona re şeş derbaz bûne û da zanîn ku wexta sistkirina tedbîran hîn nehatiye.

Yek ji karbidestên din yên WHO Dr Mike Ryan jî bal kişand ku vîrusa korona belavbûna xwe ya li welatên Amerîka Navîn didomîne û rêjeya pêketina wê vîrusê bilind e.

Ryan got ku jiber vîrusa korona hîn jî metirsî didome û bang li bîragiştî ya navneteweyî kir ku piştgirîya wir bikin.

Wî diyar kir ku bi sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona re dibe ku pêleke nû ya wê vîrsûsê çêbe.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li seranserê cîhanê ketiye canê pirtir ji 7,000,000 kesan û pirtir ji 400,000 kes kuştine

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.