Komîteya operasiyonên rûbirû bûna Koronayê li Hewlêrê ragihand ku di çarçoveya dom kirina karên komîteyê yên bo çavdêrî kirin li ser cîhbicîh kirina şîretên tendirostî yên bo xwe parêziyê de hin cîhên giştî hatine diyarkirin ku pêbendî wan şîretan nebûne.
Li gor daxuyaniya han komîte 196 cîh (dikan, market, kafe ) ku pêbendî şîretên tendirostî nebûne hatine daxistin.
Weke tê zanîn hefteya beriya niha zêdetir ji 200 cîhên din jiber pêbend nebûn bi şîretên tendirostî hatibûn daxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin