Hêzên îtlaata Îranê çalakvaneka Kurd li Sine girtin.
Li gor zaniyariyên berdest duhê yekşem, hêzên îtlaata Îranê li bajarê Sine êrîşî ser mala jineka Kurd yaku di warê parastina mafên jinan de çalake, kirine.
Ev çalakvana Kurd ku navê vê Hacer Seîdiye, duhê ji aliyê îtlaatê ve li mala xwe hatiye girtin û bo cîheke nediyar hatiye veguhastin.
Heta niha ti zaniyarî derbarê çarenivîsa vê çalakvana Kurd de nehatine bidestxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin