Li gor daxuyaniyeke wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê, îro duşem di encama cerbandinên diyar kirina Koronayê de, derketiye ku li devera Gerimiyanê 12 welatiyên din bi Koronayê ketine.
Ev 12 welatiyên han şêniyên bajarên Kelar û Kifirî ne.
Hate zanîn ku 9 ji wan zilam, du jin û keçeke ciwane (temena vê kême) û tevahiya wan jî berketiyên kesên dinin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin