Êrîş kirine ser Kolberên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bûye karê rojane ya çekdarên rejîma Îranê.
Di vê derbarê de ajansa Kurdpa belav kir ku di nava 15 rojên derbazbûyî de bi giştî 17 Kolberên Kurd di encama êrîşên çekdarên rejîma Îranê de bûne qurbanî.
Li gor jêderê di nava wan 15 rojan de bi giştî 5 Kolberên Kurd di encama êrîşa çekdarên rejîmê de canê xwe ji dest dane û 12 Kolberên din jî birîndar bûne.
Weke tê zanîn ku çekdarên Îranî rojane li ser sînorên navbera Başûr û Rojhilat û Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê êrîşî ser Kolberên Kurd dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin