Li Kelarê 2 kes hatin girtin

li ser rêya kerlar û derbendîxanê hatine girtin
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya polîsê devera Gerimyanê belav kir ku îro çarşem, hêzên ewlekarî yên li Kelarê karîne du kesan bigirin ku xwestibûn 6 xezalan bo cîheke din bibin.

Li gor daxuyaniya han, ev her du welatî li ser rêya navbera Kelar û Derbendîxan de hatine girtin û 6 xezal li gel wan bûne û xwestine wan bo derveya Kelarê veguhêzin.

Polîs behsa vê yekê kiriye ku ev her du kes gotine ev xezalên han ji keseke din kirîne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.