Duhê bi şev wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de behsa vê yekê kir ku li Hewlêrê hîn jî metirsiya Koronayê heye.
Di daxuyaniya wezaretê de behsa vê yekê hatiye kirin ku di encama cerbandinên nûjdarî yên bo diyar kirina Koronayê de, derketiye ku li Hewlêrê 5 welatiyên din bi Koronayê ketine ku tevahiya wan berketiyên wan welatiyanin ku beriya niha bi Koronayê ketibûn.
Ev her 5 welatî şêniyên taxa Endaziyaran ya Hewlêrê ne.
Ji aliyeke din ve wezareta tendirostî diyar kiriye ku 4 welatî jî yên ku bi Koronayê ketibûn, li parêzgeha Silêmanî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin