Hêjmara miriyan vê zêdetir bibe

dibêje xelk pêbendî şîretan nabe
کوردستان TV
100%

Wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê ragihand ku vê di rojên pêş de hijmara miriyan zêdetir bibe.

Wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê Rêber Ehmed di presskonferansekê de ragihand ku xelkê Kurdistanê weke pêwîst pêbendî şîret û tedbîrên tendirostî yên bo xwe parastin ji Koronayê nabe.

Rêber Ehmed herwiha anî ziman ku niha li Kurdistanê Korona bilez û bi awayeke metirsîdar belav dibe lewre tê payîn ku di rojên pêşiya me de hijmara wan kesên ku jiber Koronayê canê xwe ji dest didin zêdetir bibe.

Nav hatî eşkere kir ku bo stendina tedbîrên pêwîst me desthilat daye parêzgar û îdareyên serbixwe.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.