Îro sêşem 02.06.2020 Serok Mesûd Barzanî li Baregeha xwe ya li Pîrmamê pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew Tueller kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û hewlên dawî ya pêkanîna Hikûmetê li Iraqê û peywendiyên Amerîkayê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê hate kirin.
Di berdewamiya civîna han de her du alî behsa dubare zêdebûna kiriyên DIŞIê yên li deverê kirin û balkêşandine ser kêşe û aloziyên heyî yên li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê.
Di dawiya civînê de Tueller rola Serok Barzanî ya bo çareser kirina kêşeeyan û dabîn kirina bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyan li Kurdistanê de bilind nirxand.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin