Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 45 hezar endamên Hêzên Parastina Civakî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û xwediyên mêrg û erdên çandiniyê, werza çandiniyê ya îsal diparêzin.
Tevî vê yekê jî, heta niha zêdetirî 82 hezar donim ji erdan hatin şewitandin ku piraniya şewatan bi destê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, pêk hatine.
Li gorî daneyên Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sala borî 435 hezar û 500 donimên genim û ceh şewitîne. Her wiha bi dehan mal û mezreyên li herêmê zerar dîtine û 14 kesên ji tîmên agirkujiyê, endamên ewlekariyê û sivîlan di dema vemirandina agir de, şehîd bûne.
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin