47 kesên din bi Koronayê ketin

heta niha 7 welatî canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê derbarê amarên 24 seatên derbazbûyî de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku di nava 24 seatên derbazbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 1365 cerbandinên taybet bo destnîşan kirina Koronayê hatine kirin û di encama wan cerbandinan de derketiye ku 35 welatî bi Koronayê ketine.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de behsa vê yekê kiriye ku li Hewlêrê kesek, li Silêmanî 28 kes û li Germiyanê jî 12 kes bi giştî 41 welatiyên din bi Koronayê ketine.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku heta niha li Kurdistanê de bi giştî 745 kes bi Koronayê ketine, 7 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û 420 welatî baş bûne û niha 310 welatî jî di bin çavdêriya nûjdarî dene.

Herwiha li Dihukê jî 6 kes bi Koronayê ketine.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.