Ciwanekî Kurd li Enqereyê hate kuştin

jiber stiran û mûzîka Kurdî hatiye qetilkirin
کوردستان TV
100%

Duhê bişev li Enqere ciwanekî Kurd ji aliyê sê kesên neteweperest ve hate kuştin.

Ciwanê Kurd yê bi navê Bariş Çakan dema li kolan li gel du hewalên xwe guhê li stiran û mûzîka Kurdî girtiye, rastî êrîşî komeke neteweperestên Tirk hatiye.

Di êrîşê de kêrek bi dilê Bariş Çakan dikeve û dem li dest li cîhê bûyerê canê xwe ji dest dide.

Malbata Çakan behsa vê yekê dike ku duhê bi şev Bariş li gel hewalên xwe li kolanê guhdariya mûzîk û stiranên Kurdî kiriye ku rastî êrîşî komeke 3 kesî ya neteweperestin Tirk hatiye û bi kêran êrîşî vî kirine û kuştine.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.