Piştî zêde bûna hijmara kesên ku bi Koronayê dikevin, duhê bi şev her du wezaretên navxwe û tendirostî civînek lidar xistin û piştî şêwireke hûr û kûr, biryar hate dayîn daku bi qasî 7 rojan li seraserê Kurdistanê bi temamî qedexeya hatûçûyê were ragihandin.
Di çarçoveya qedexeyê de hatûçû bi tirimbîl, bipêyan di nava bazar, kolan û taxan de û herwiha hatûçû di nava bajar û bajarokên Kurdistanê de qedexe dibe.
Herwiha bi qasî 7 rojan de dezgehên fermî yên hikûmetê daxistî dibin.
Tenê dermanxane, cîhên xizmetgozariya tendirostî û nanewaxane (firin) vekirî dibin.
Qedexe seat 6ê êwara roja 1 Hezîranê destpê dike û heta seat 12 şeva 6ê Hezîranê berdewam dibe.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin