Civîna G7 hate taloq kirin

vê 4 welatên din jî bibin endamê G7ê
کوردستان TV
100%

Biryar bû di meha Hezîranê de civîna welatên endam di grûpa G7 de were lidarxistin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye ku lazime ev civîn were paşxistin û niha jêderên hayedar behsa vê yekê dikin ku civîn bo meha Îlonê hatiye paşxistin.

Herwiha Trump daxwaz kiriye daku çend welatên din yên weke Rûsye, Hindistan, Avustiraliya û Koreya Başûr jî bibin endamên vê grûpê û di civînê de amade bin.

G7 grûpa welatên xudan abûriya herî pêşketiye û salane civîna navbera xwe lidar dixin û îsal jiber Koronayê civîn hatibû paş xistin û biryar bû di meha Hezîranê de bo onlîne civînê bikin lê dîsa bo meha Îlonê hatiye paşxistin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.