Lêpirsîn ji 3 welatiyên Kurd hatiye kirin

bi îmze kirina soznameyê hatine azadkirin
کوردستان TV
100%

Zextên hêzên îtlaata Îranê yên li dijî welatiyên Kurd zêdetir dibin.

Li gor zaniyariyên berdest duhê çarşem, hêzên îtlaata Îranê li bajarê Merîwanê ya li Rojhilatê Kurdistanê, 3 welatiyên Kurd binçav kirine.

Ajansa kurdpa belav kir ku duhê 3 welatiyên Kurd li Merîwanê ji aliyê hêzên Îtlaatê ve hatine binçavkirin.

Di dema binçav bûnê de ku bi qasî çend seatan dom kiriye, îtlaata bi hinceta hevkarî kirina wan welatiyan bo partiyeke Kurdî, lêpirsîn ji wan welatiyan kiriye lê pişt re bi îmze kirina nameyekê (belênname) hatine azadkirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.