Di dema kar kirin di nava zeviyên xwe de hatine refandin.
Jêderên ji herêmê ragihandin ku îro çarşem terorîstên DIŞIê li gundê Til Niqar ya li devera Cebare ya li sînorê Xaneqînê, du bira dema di nava zeviyên xwe de kar dikirin ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine refandin.
Lêkolîn li ser çawetiya refandin û dîtina wan her du kesan ku birayên hevin destpê kirine lê ti encam nedaye û çarenivîsa wan nediyare.
Beriya niha bi çend rojan, DIŞIê dîsa li deverê çend kesêndin refandibûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin