Prosesa guhertina demografiya Efrînê ji aliyê Tirkiyeyê ve berdewame û zimanê Kurdî jî li Efrînê hate qedexekirin.
Piştî dagîr kirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê ve, qaşo hikûmeteke demkî li vê bajarê Kurdistanî hatiye avakirin.
Qaşo hikûmeta ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê îdare kirin, li gel pêngavên xwe yên dijî însanî yên bo guhertina demografiya Efrînê, di biryara xwe ya dawî de zimanê Kurdî li vê bajarê jî qedexe kir.
Li gor biryara cîhadiyan, zimanê Kurdî ji bernameya perwerdehî hatiye derxistin û kes nikare bi Kurdî biaxefe an jî daxwaza perwerdehiyê bi zimanê Kurdî bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin