Li Îranê 3 hezar karmendên tendirostî bi Koronayê ketine

110 nûjdarû perestar canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Piraniya wan nûjdar û perestarin.

Di vê derbarê de birêvebirê nexweşxaneya Tecirîş ya li Tehranê Reza Celîlî diyar kiriye ku ji roja yekem ya derketina Koronayê heta niha li Îranê bi giştî 3 hezar karmendên tendirostî bi Koronayê ketine.

Reza Celîlî diyar kiriye ku 110 nûjdar û perestar jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Celîlî behsa vê yekê jî kiriye ku piraniya wan kesên ku canê xwe ji dest dane, perestar û karmendên cerbandingehanin.

Li gor amarên herî dawî li Îranê de heta niha 7 hezar û 508 kes jiber koronayê canê xwe ji dest dane û 139 hezar û 511 kesên din jî bi Koronayê ketine.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.