Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê duhê bi şev daxuyaniyek belav kir û ragihand ku 5 welatiyên din li Kurdistanê bi Koronayê ketine.
Di daxuyaniya wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê de hatiye diyarkirin ku 4 welatî li Hewlêrê û welatiyek jî li Silêmanî bi giştî 5 welatiyên din di nava 24 seatên derbazbûyî de bi Koronayê ketine.
Wezaretê eşkere kiriye ku ji destpêkê heta niha li Kurdistanê de bi giştî 507 welatî bi Koronayê ketine, 5 welatî canê xwe ji dest dane û 403 welatî ji Koronayê rizgar bûne.
Niha tenê 99 welatî di bin çavdêriya nûjdarî dene û rewşa wan ya tendirostî jî başe û ti kes ne di bin dezgeha bêhn dana dîcîtalî deye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin