Li Kerkûkê polîsekî kurd hat serjêkirin

êrîşên dijî Kurdan li kerkûkê zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Li bajarê Kerkûkê polîsekî kurd ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.

Îro danê sibê polîsekî kurd bi navê Behcet Mihemed li bajarê Kerkûkê kuştî hat dîtin.

Li gorî agahiyên televîzyona K24, ew polîsê kurd ji aliyê kesên nenas ve hatiye serjêkirin.

Malbata wî dibêjin, Behcet duhî ji mal derket û êdî venegeriya.

Heta niha nayê zanîn ew polîsê kurd çima û ji aliyê kê ve hatiye kuştin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.