Li Îraqê hijmara pêketiyan zêdetir dibe

heta niha 152 kes canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya Îraqê ragihand ku Korona bilez li Îraqê belav dibe.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê di roja erefeyê de (duhê, şemî) li Îraqê bi giştî 380 welatî bi Koronayê ketine.

Di daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê de behsa vê yekê hatiye kirin ku ev hijmara herî zêdeye ku di rojekê de li Îraqê tê tomarkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de gazinda vê yekê hatiye kirin ku xelk pêbendî şîret û tedbîrên xweparêziyê nabe lewre Korona bilez li Îraqê belav dibe.

Wezaretê eşkere kiriye ku heta niha li Îraqê 4 hezar û 200 kes bi Koronayê ketine û 152 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.