Serokê herêma Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir û daxwaza yekdengî û yekrêziya tevahiya aliyan kir.
Bi minasebeta cejna Remezanê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;
Cejna Remezanê li malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya misilmanên Kurdistan, cîhan û Îraqê pîroz dikim.
Hêvî dikim hatina cejna Remezanê handerê tevahiya me be bo tebayî, lêbûrîn, yekrêzî, bihevre jiyan û hev û du qebûlkirinê, li gel xwe xêr û xweşî bîne û cejn û boneyên din yên me di xêr û xweşiyê de bin.
Cejn di demekê de ye ku herêma Kurdistanê jî weke welatên din yên dever û cîhanî rastî metirsiya belav bûna dubare ya Koronayê û bandorên pira alî yên vê bûye, jiber vê çendê lazime tevahiya me li herêma Kurdistanê bihevre kar bikin, yekdeng û yekrêz bin û hevkar bin bo rûbirû bûn û derbazbûn ji vê rewşa han ya dijwar.
Tenê bi behevre kar kirin û bihevre bûn dikarin weke demên derbazbûyî bi ser qirîzên niha de jî zal bibin û serkeftin bidest bînin.
Bi vê minasebetê ev yek dubare dikin ku Serokatiya herêma Kurdistanê weke sîbanekê dibe bo tebayî û yekîtiya tevahiya hêz, alî û pêkhateyan, tevî tevahiya cudatiyên xwe yên hizirî û îdeolojîkî. Bo çareser kirina tevahiya kêşeyên heyî yên li Kurdistanê de û baştir kirina rewşa welatiyan, em li ser hewldanên xwe berdewam dibin.
Cejna Remezanê li hemûyan pîroz be, hêviya selametî û tendirostiyeke baş bo tevahiya aliyan dixwazim, daxwaz ji tevahiya welatiyên Kurdistanê dikim ku tedbîr û şîretên tendirostî yên bo xwe parastinê li ber çav bigirin.
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
23/5/2020
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin