Wezîrê navxwe: Çavkaniya Koronayê ne diyare

piştî cejnê asankarî tê kirin
کوردستان TV
100%

Wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di presskonferansekê de ragihand ku gotinên ku dibêjin berevaniya laşê me Kurdan li hember Koronayê bihêze, ne gotinên di cîh dene jiber ku li Ewrûpa, Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê gelek welatiyên Kurd bi Koronayê ketine û canê xwe ji dest dane.

Rêber Ehmed herwiha eşkere kir ku armanc ji ragihandina qedexeyê eve ku rê neyê dayîn ku Korona yaku niha çavkaniya vê li Kurdistanê de nediyare belav bibe.

Ehmed eşkere kir ku di destpêkê de me dizanî ku çavkaniya Koronayê kêye û li kûderê ye lê mixabin niha ev yek nayê zanîn jiber ku Korona di nava civakê de heye lewre lazime em hemû bi hev re şîret û tedbîrên xwe parastinê cîhbicîh bikin.

Wezîrê navxwe anî ziman ku di roja yekem ya cejnê de qedexe heye û di rojên paş de vê hinek asankarî bo cîhên mêwe firoş, cotkar û kesên din tê kirin daku pêdiviyên xelkê dabîn bikin û xelk rastî astengiyan nebe.

Rêber Ehmed anî ziman ku eger em hatûçû ranegehînin vê demê Korona bi asanî belav dibe, niha me çavkaniyên derekî yên Koronayê qut kirine lêbelê niha Korona bûye vîroseke navxweyî lewre ji bo nehêştina Koronayê lazime em qedexe ragehînin û rê nedin ku dîsa ev vîrosa han belav bibe.

Ehmed herwiha daxwaz ji tevahiya aliyan kir haya xwe ji tendirostiya xwe hebe û bihevre şîretên xwe parêziyê bicîh bînin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.