Serok Barzanî bi minasebeta hatina cejna Remezanê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir û tê de daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurdistanê kir daku rêya biratî û yekrêziyê bidin ber xwe.
Ev tekesta peyama Serok Barzanî ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi minasebeta hatina cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî misilmanên cîhan û Iraqê bi giştî û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim. Pîrozbahiya cejna Remezanê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û herwiha karmendên dezgehên emnî û tendirustiyên Kurdistanê û hemû aliyên peywendîdar dikim ku li çend mehên derbasbûyî bi navê parastina selametiya welatiyan zehmetê kêşan û şev û roj xebitin.
Mixabin ji ber Korona û qirîzên siyasî yên Iraqê û rewşa xerap ya abûriya navxweyî û cîhanî, Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar û hesas û li ber gefeke nû daye.
Cejna Remezana pîroz bi derfet dizanim ku daxwazê ji aliyên siyasî yêên herêma Kurdistanê bikim, bi navê rûbirûbûna gefan û derbaskirina vê rewşa dijwar ya li asta berpirsiyariya neteweyî û niştimanî da bin û rêya tebayî, birayetî û yekrêziyê li ber bigrin.
Daxwaz ji hemû aliyek dikim di şûna hev û dû şikandin û afirandina alozî û nakokiyên zêdetir, pêkve ji bo çareserkirina kêşeyên xelk û nehiştina astengiyên li ber gelê Kurdistanê hevkarê hev û dû bin.
Xelkê Kurdistanê li benda wê yekê ye ku hemû aliyên siyasî û her çi destkeft û serkeftina gelê Kurdistanê jî hebûye di sêya yekrêzî û hest bi berpirsiyariya aliyan hatiye holê. Ji wê yekê jî piştrastim ku gelê Kurdistanê pişt bi xwedayê mezin bi serbilindiyê ve nexweşî û qirîzan derbas dike.
Bi vê helkefta pîroz hêviya xweşî û bexteweriyê ji bo hemû welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dixwazim û hêvî dikim xwedayê mezin rojî û îbadeta hemû misilmanan qebûl kiribê û ev cejne bibê cihê dawî hatina teror û nexweşî û êş û janan û vegerandina aramî û aştiyê ji bo hemû mirovayetiyê.
Mesûd Barzanî
23/5/2002
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin