13 girtî bi Koronayê ketine

heta niha bo parastin û derman kirina wan tiştek nehatiye kirin
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest 13 girtî li girtîgeha Xoy bi Koronayê ketine.

Di vê derbarê de ajansa kurdpa belav kir ku li girtîgeha bajarê Xoy ya ser bi Urmiyeyê ku piraniya girtiyên tê de Kurdin, 13 girtî bi Koronayê ketine.

Jêder li ser zarê kesên nêzî girtiyan belav kiriye ku rayedarên girtîgehê heta niha bo parastin û derman kirina wan girtiyan ti gavek neavêtine.

Weke tê zanîn li Îranê nêzî 150 hezar kesan bi Koronayê ketine û zêdetir ji 7 hezar kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.