Berbanga îro şemî derdorê seat 3 jiber bûyereke tirafîkê welatiyek canê xwe ji dest da.
Di vê derbarê de polîsê hatûçûya parêzgeha Dihukê belav kiriye ku berbanga îro şemî derdorê seat 3, tirimbîlek jiber ji kontrol derçûnê qolpiye û di encama bûyerê de ciwanek canê xwe ji dest daye û 6 kesên din jî birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya han bûyer li nêzî nexweşxaneya nahiyeya Batîfa ya ser bi Dihukê qewmiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin