Birêveberatiya polîsê Silêmanî ragihand ku çar kesên ku dijî ji dikaneke mobayilan kirine hatine girtin.
Li gor daxuyaniya han ev her çar kes li bajarê Silêmanî li nêzî tirmînala Şarezûrê êrîşî ser dikaneke mobayil firotinê kirine û piştî lêdaxana xudanê dikanê, 27 mobayilên curbicur jî jê dizîne.
Ev çar kes herwiha 3 hezar û 900 dolar pereyê vî welatî jî dizîne.
Pişt re ew welatî polîs ji bûyerê agehdar kiriye û hêzên polîs jî karîne di demeke kêm de ev her çar kesan binçav bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin