Li Mûsilê 60 kes bi jehrê ketin

ev xwarin bi ser kesên xizan de hatiye dabeşkirin
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest duhê bi şev li Mûsilê 60 kes jiber xwarina xwarinekê bi jehrê ketine.

Di vê derbarê de jêderên nûjdarî û ewlekarî yên li Mûsilê ragihand ku duhê êwarê dema berbangê, 60 welatî jiber xwarina xwarinek ku jehrî bûye, bijehir ketine.

Hate zanîn ku ev xwarin bo ser kesên xizan li taxa Mûsila kevin hatiye dabeşkirin û ev 60 welatî bijehrê ketine.

Niha rewşa wan welatiyan beşe û li nexweşxaneyan de têne dermankirin û hêzên ewlekarî jî dest bi lêkolîn kirinê li ser vê mijarê kirine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.