Cîgirê Serokkomarê Sûdana Başûr bi Korona ket

heta niha 4 kes li vê welatî canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Cîgirê Serokkomarê Sûdanê Riek Machar û xanima wê Angelina Teny, ku herwiha wezîrê berevanî yê welêt e, bi vîrusa korona ketin.

Riek Machar û Angelina Teny, ku temenên wan li dora 60’î ye, piştî endamekî ji koma têkoşîna dijî vîrusa korona bi vîrusê ketibû, xwe test kiribûn.

Machar da zanîn ku li ser wî ti nîşana vîrusa korona tunebûye û wî xwe bo 14 rojan danîye karantînayê.

Hin şêwirmendên Machar jî bi vîrusa korona ketine.

Li Sûdana Başûr 236 kes bi vîrusa korona ketine û 4 kes jiber wê mirine.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.