Li gor zaniyariyên berdest duhê artêşa Tirkiyeyê yaku çend dever û navçeyên Rojavayê Kurdistanê li gel terorîstên îslamî dagîr kiriye, gole li ser Cotkarê Kurd berdaye û Cotkarê Kurd qetil kiriye.
Jêderên çapemeniyê yên Rojavayê Kurdistanê belav kirine ku duhê piştî nîvroyê dema Cotkarê Kurd yê bi navê Mehiyedîn Ebdulah li gundê Dêrûna Axê ya ser bi Girkê Lekê ya li nêzî sînorê Tirkiyeyê di nava zeviyên xwe de mişxûlî çandiniyê bûye, rastî êrîşa artêşa Tirkiyeyê hatiye û dem û dest canê xwe ji dest daye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin