Hejmara pêketiyên vîrusa Korona 4,700,000 derbaz kir

Amerîka yekem welate ku rastî zirarên mezin hatiye
کوردستان TV
100%

Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 4,716,513 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan 1,486,757 e.

Li dû Amerîka, bi pirtir ji 280,000 pêketîyan Rûsya, li dû wê jî bi 245,000 pêketîyan Brîtanya tê.

Jiber vîrusa korona li Amerîka 89,562 li Brîtanya 34,716 û li Îtalya 31,908 kesan jiyanên xwe ji dest dane.

Ew vîrus di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû tomar kirin û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li Çînê hata niha 84,054 kes bi vîrusa korona ketine û 4,638 kes bi wê mirine.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.