Firaksiyona partiya demokrata Kurdistanê li parlementoya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de daxwaz ji hikûmetê kir ku derbarê birina 6 miliyar dolar ji aliyê kompaniyekê ve bo derveya welat dest bi lêkolînên cidî bike.
Di daxuyaniya firaksiyona PDKê de herwiha daxwaz ji wan welatiyan jî ku li ser vê mijarê zaniyarî û belge di destê wan de hene, kiriye daku belge û zaniyariyên han radest bikin daku prosesa lêkolînê bi başî were birêvebirin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de firaksiyona PDKê her cure hevkarî û hemahengiya xwe jî li ser vê mijarê bo hikûmeta Kurdistanê diyar kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin