Seroka firakisyona partiya demokrata Kurdistanê ya li Parlementoya Îraqê Viyan Sebirî rexne li Serokwezîrê nû yê Îraqê Mistefa Kazimî dike.
Viyan Sebirî eşkere kiriye ku Mistefa Kazimî di ava kirina kabîneya nû ya Îraqê de weke pêwîst û li gor dengên PDKê, postên pêwîst nedane nunerên PDKê û gelek postên din yên ku li gor qanûn û zagonan parê PDKê bûn, ji PDKê re nehatiye dayîn.
Sebirî eşkere kiriye ku ji bilî wezaretan, di nava artêş, desthilata dadweriyê û dezgehên din yên hikûmetê de, Kazimî li gor zagon û qanûnan tev negeriyaye û postên ku lazim bû bo PDKê bana, ji PDKê re nehatiye dayîn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin