Nivîskar û çalakvana Kurd ya Yarsan Mojan Kawêsî ku beriya niha hatibû girtin û pişt re heta dadgeh biryar li ser dosyeya vê bide, bi kefalet hatibû berdan, dîsa tê girtin.
Kawêsî di peyameke vîdyoyî de ku belav kiriye ragihandiye ku dadgeh di şûna ku name ji min re bişîne û daxwaz bike daku bo cîhbicîh kirina biryara dadgehê xwe bi rayedarên girtîgehê bidim nasîn, biryara girtin min daye.
Nivîskara Kurd eşkere kiriye ku spaha pasdaran û îtlaata Îranê li dijî vê dosyeyên curbicur amade kirine û ev her du alî daxwaz dikin ku werim girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin