Li gor zaniyariyan di nava çend rojên derbazbûyî de 6 kolberên Kurd birîndar bûne.
Di vê derbarê de nêrîngeha mafên mirovan ya li Rojhilatê Kurdistanê, ( Hengaw) belav kir ku îro danê sibê Kolberekî ciwan yê xelkê Şino ya Rojhilatê Kurdistanê di dema kolberiyê de ketiye nava ava rûbara Gadar û canê xwe ji dest daye.
Kolberê han temen 25 sal û navê vî Aram Mewlûdiye.
Herwiha hate zanîn ku roja înê jî çekdarên Îranê li geliya Teteyê êrîşî ser Kolberên Kurd kirine û di encam de 2 kolberên din birîndar bûne.
Roja çarşema hefteya derbazbûyî jî çekdarên rejîma Îranê li devera Çaldiranê êrîşî ser Kolberan kirine û di encam de 3 kolberên din birîndar bûne.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin