Ev leşker di dema kontrol kirina deverên sînorî de hatiye kuştin.
Li gor çapemeniya Îranê şeva derbazbûyî leşkereke Îranî dema ku li gel tîmeke leşkerî li sînorê bajarê Baneyê mişxûlî kontrol kirina deverên sînorî bûye hatiye kuştin.
Di daxuyaniya aliyên Îranî de behsa vê yekê hatiye kirin ku leşkerê kuştî, xelkê bajarê Qorweyê ye ku ev jî bajareke Kurdistaniye.
Derbarê çawetiya kuştina vî leşkerî de ti zaniyarî nehatine eşkerekirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin