Çeteyên dewleta Tirk a dagirker piştî her tişt dizîn û talan kirin, niha jî dest bi kolandina goran dikin û li zêran digerin.
Çavkaniyên ji bajarê Serêkaniyê ji ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de dest bi kolandina gorên sivîlan ên êzidî yên li gundewarên Serêkaniyê kir û li gorî wan ku li gorî kevneşopên ola êzdayetiyê cenazeyên miriyan tevî zêr dixin goran.
Herêma Serêkaniyê û gundewarên wê ji herêmên kevintirîn ên ku civaka êzidî lê dijîn û piraniya wan li Serêkaniyê ber bi bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û heta Efrînê dijîn.
Heman çavkanyan destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk gorên li gundê Can Temir ê êzidî yê girêdayî bajarê Serêkaniyê ku 2 km ji sînor Tirkiyê dûr e, kolandin.
Çavkaniyan tekez kir ku çeteyên cenazeyên miriyan ji gorên wan derxistin û li zêr û tiştên giranbuha digerin. Ji ber ku li gorî wan ku civaka êzidî miriyên xwe tevî zêrên wan dixin goran û heta niha gera li gundewarên ku gorên êzidiyan ên li Serêkaniyê û Zirganê, didome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin