Hijmara pêketiyên Koronayê 4 miliyon û nîv derbaz kir

Amerîka yekem welate ku tê de hijmara herî zêde bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Vîrusa korona ya di Berfanbara borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû belavbûna xwe ya li cîhanê didomîne.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê pirtir ji 4,360,000 kes bi vîrusa korona ketine.

Ew vîrus herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî bi qasî 1,400,000 kes bi vîrusa korona ketine û 84,136 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Li dû Amerîka, bi pirtir ji 250,000 pêketîyên vîrusa korona Rûsya, li dû wê jî bi 230,000 pêketîyan Brîtanya tê.

Di rojên dawî de li Brezîlya jî hejmara pêketî û mirinên ji vîrusa korona zêde dibin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Brezîlya 190,000 kes bi vîrusa korona ketine û 13,240 kes bi wê mirine.

Tevî van hejmaran jî Serokê Brezîlya ser tedbîrên dijî vîrusa korona bertekan nîşan dide û bala bîragiştî ya navneteweyî dikişîne.

Li Çînê, ku wek cîhê vîrusa korona jê belav bûye tê dîtin, 84,000 kes bi vîrusa korona ketine û 4,637 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.