Li Lîbyayê 12 Efserên Tirk hatine kuştin

zêdetir ji 100 cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê jî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Di operasiyonekê bi navê Teyir Ebabîl de hatine kuştin

Şer û aloziyên Lîbyayê her diçe dijwartir dibin û rojane artêşa nîştimanî ya Lîbyayê serkeftinên mezin bidest dixe.

Di vê derbarê de Pisporê karûbarên Lîbya û Edîtorê rojnameya Ehram Elerebî Ehmed Îbrahîm Emîr di daxuyaniyekê de bo anhayê ragihandiye ku di operasiyona dawî ya arêşa nîştimanî ya Lîbyayê bi Serokatiya Xefter li dijî hêzên ser bi Feyaz Serac li başûrê Lîbyayê derbeke dijwar li arêşa Tirkiye û cîhadiyên Sûriyeyê ku bi destê Tirkiyeyê bo Lîbyayê hatine weguhastin hatiye dayîn.

Emîr diyar kiriye ku di çarçoveya operasiyona Teyir Ebabîl de 12 Efser û rayedarên elşkerî yên artêşa Tirkiyeyê hatine kuştin û zêdetir ji 100 cîhadiyên Tirkiyeyê jî di heman operasiyonê de hatine kuştin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.