DIŞIê 3 kesên din kuşt

êrîş li Rojhilatê Romadî ya li Enbarê pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Li gor zaniyariyên berdest duhê bi şev terorîstên DIŞIê êrîşî ser mala polîsekê kirine û 7 kes bûne qurbanî.

Di vê derbarê de jêderek ji artêşa Îraqê ragihand ku direngiya şeva derbazbûyî terorîstên DIŞIê li Parêzgeha Enbarê êrîşî ser mala karmendekî polîsê kirine.

Di encama êrîşa han de 3 endamên vê malbetê hatine kuştin û 4 endamên din jî hatine birîndarkirin.

Weke tê zanîn ev demeke ku êrîşên terorîstên DIŞIê bo ser xelk û hêzên leşkerî yên Îraqê li deverê de zêde bûne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.