Hikûmeta Îraqê peykera îdarî ya dezgehên xwe kêm dike

vê bilez bûdceya 2020an jî were amadekirin
کوردستان TV
100%

Duhê êwarê civata wezîran ya Îraqê bi Serokatiya Serokwezîr Mistefa Kazimî civiya û di civnê de çend biryarên nû hatin derkirin.

Li gor daxuyaniya hikûmeta Îraqê di civînê de biryar hatiye dayîn daku wenêrîn bo qanûna rûbirû bûna gendeliyê li Îraqê were kirin û bo baştir kirina kar û hewlên dijî gendeliyê qanûnên nû werin derxistin.

Herwiha biryar hatiye dayîn daku peykera îdarî ya dezgehên curbicur yên hikûmeta Îraqê jî were kêmkirin.

Herwiha biryar hatiye dayîn daku bo amade kirina proje bûdceya 2020an ya Îraqê yaku jiber paş ketina ava kirina hikûmetê paş ketiye, lez were kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.